Şervano (stran)
Ev gotar sêwî ye. Ti girêdanên li ser vê gotarê tine. (kanûna pêşîn 2024) |
Şervano navê straneke Mehmûd Berazî û Hacî Mûsa ye, ku ji aliyê stranbêj Şêro Hindê ve hatiye pêşkêşkirin û wek strana berxwedana Efrîn û Rojavayê tê qebûlkirin. Stran îro li dîlan, şîngirtin û xwepêşandanan de tê lîstin, ji ber ku hem strana serbilindî û hem jî xemgîniyê ye.
Tarîxa stranê
biguhêreStrana Şervano wek bersiv li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li ser Rojava hatiye nivîsandin. Dema ku dewleta tirk û çeteyên wê di 9ê çiriya pêşîn a 2019an de dest bi êrîşa herêmên kurd ên li rojavayê Kurdistanê kirin, bestekar Şêro Hindê ku li Hunergeha Welat dixebite, wê êvarê bi muzîkjen Mehmûd Berazî û nivîskar Îbrahîm Feqe re li bajarê Qamişlo bû. Ew bi hev re besteyê nivîsand û mûzîka stranê çêkir. Di vê navberê de, bombeyên dewleta tirk bi ser Qamişlo de ketin û di encamê de 6 kes mirin û hinek jî birîndar bûn.
Dîmena şervanên leheng ên gelê xwe diparêzin, bandoreke ewqas mezin li hunermendan kir, ku ew neçar man ku tiştên ku dîtine bidin ser kaxezê. Ji ber vê yekê wan bi strana Şervano li ber çavên xwe dîtin û roja din li ser bûyerên şevê din dest bi tomarkirina vîdyoyê kirin. Wan bi qestî ji karanîna wêne û teknolojiyên zêde dûr derketin, da ku klîba stranê rastîn bimîne.[1][2]
Çavkanî
biguhêre- ^ "Şervano: Das Lied des Widerstands von Rojava". ANF News (bi almanî). Roja gihiştinê 2 kanûna pêşîn 2024.
- ^ Hunergeha Welat (10 çiriya pêşîn 2019), شرفانو Şervano - Mehmûd Berazî - Hunergeha Welat, roja gihiştinê 2 kanûna pêşîn 2024
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |