Location via proxy:   [ UP ]  
[Report a bug]   [Manage cookies]                

Hmayak Sîras

Nivîskarekî ermenî (1902-1983)
Guhartoya 17:43, 3 kanûna pêşîn 2024 ya ji aliyê Balyozbot (gotûbêj | beşdarî) (Bot: Şablona {{Çavkanî} lê hat zêdekirin.; paqijiyên kozmetîk (Şablonên beralîkirî guhart, +{{Sêwî}}, +{{Bêkategorî}}, Navên ref-an rast kir.)) ve

Sîras, bi navê xwe yê rastî Himayag Sahagi Vosganyan kesekî ermenî bû ko sala 15ê sibata 1902 li Zêdkana Agiriyê çêbû û sala 1983 li Êrîvanê mir.

Wî çîrokeke kurmancî ya bi navê "Letîfe" nivîsandibû. Sîras û ayla wî di sala 1914 ji Qerekilîsê koçî Gurcistanê kirin.[1][2]

Li Gurcistanê dest bi karê "tîprêziyê" kir û di sala 1921 de mala xwe bar kir Êrîvanê (Ermenistan).

Di salên 1922-1925 de li kolêcê tarîxê xwend û di sala 1924 de bû endamê Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê.

Wî ji sala 1926 heta 1933 di kovara Panvorê de edîtorî kir.

Sîras heta taliya emrê xwe gelek roman, çîrokên kin û eserên bi gelek çeşîdan bi ermenî nivîsand. 2 eserên wî yên kurmancî hene.

Di sala 1983 de li Êrîvanê mir.[2]

Kitêb

  • Letîfe (1936)

Çavkanî

  1. ^ Çakar, Sinan (2023). "Çîroknûsîya Emerîkê Serdar di edebîyata Kurdî de". acikerisim.dicle.edu.tr. Roja gihiştinê 3 kanûna pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: url-status (lînk)
  2. ^ a b "HERÊMA AGIRÎ: Filekî Ji Agiriyê 76 Sal Beriya Vê Bi Kurdî Pirtûk Nivîsand". HERÊMA AGIRÎ. 11 hezîran 2012. Roja gihiştinê 3 kanûna pêşîn 2024.