Location via proxy:   [ UP ]  
[Report a bug]   [Manage cookies]                

Sînemaya kurdî

Guhartoya 13:32, 4 kanûna pêşîn 2024 ya ji aliyê Balyozbot (gotûbêj | beşdarî) (Bot: Paqijiyên kozmetîk (Binê standard kir, Lînk paqij kir, --Valahiyên nehewce.)) ve

Sînemaya Kurdî balê dikişîne ser gel û çanda kurd. Çarenûsa kurdan weke gelek bê dewlet tesîrek mezin da sînemaya kurdî. Lewma fîlmên kurdî gelek caran gazindên civakî, zext û zordarî, îşkence, binpêkirina mafên mirovan û jiyana xerîbiyê nîşan didin. Sînemaya kurdî ji bo kurdan xwedî girîngiyeke mezin e, ji ber ku derfetê dide ku bi awayeke hunerî balê bikşînin ser rewşa xwe. Lê belê ji ber zordariya dewletê, piraniya fîlm li sirgûnê tên çêkirin. Mînaka herî baş a vê yekê li Tirkiyê ye, ku heta sala 1991ê destûr nedan kurdan ku bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin û vê yekê jî çêkirina fîlmên wan dijwartir kir.[1]

Dîrok

Bingeha Sînemaya kurdî bi filma Zerê li Ermenîstanê hatibû kişandin. filmên ku bi derhêneriya Emil Ludwing di salên 1930î disa li Ermenîstanê kişandibû navê filman "Selahaddin", "Mem û Zîn", "Xanî Dimdim" û "Siyabendê Selîwan" destanên Kurdî re hatiye avêtin.

Yekemîn fîlma kurdî ya belgekirî ku li Ermenîstana Sovyetê hatiye çêkirin, fîlmeke bêdeng a bi navê Zerê ya sala 1927ê bû ku (li gor agahdariya ku Rohat Alakom daye) derhêneriya wê Hamo Beknazarian kiribû. Fîlm di sala 1915ê de rû dide, evîneke di navbera jineke ciwan a êzdî, şivan Saydo û Zareyê navdar de nîşan dide. Fîlm li gorî îdeolojiyên salên 1920î nîşan dide ku rêveberiya Tsar çawa bi alîkariya mele û rêberên olî, nezaniya kurdan bikar tîne da ku ji wan îstismar bike.

Filmên ku bi derhêneriya Emil Ludwing di salên 1930î disa li Ermenîstanê hatibûn kişandin, fîlmên bi navê "Selahaddin", "Mem û Zîn", "Xanî Dimdim" û "Siyabendê Selîwan" in û destanên kurdî dikin mijar.

Krder-ezidner (Kurd-Êzdî), fîlmekî din ê bêdeng û reş-spî ye (li gor agahdariya ku Rohat Alakom daye) û li ser kurdên êzdî yên Ermenîstana Sovyetê di sala 1933ê de derket. Derhêneriya wê Amasî Martirosyan kir û avakirina Kolxozê li gundekî kurdan nîşan dide.[2]

Yek ji damezrînerên sînemaya kurdî ya nujên Yilmaz Guney e, ku di fîlmên xwe de, bi taybetî Sürü û Yol, çanda kurdî nîşan dide, tevî qedexeyên ku ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve li ser wî hatibûn danîn.[3] Fîlmên wî j aliyê sînemagerên kurd ve gelek tê ecibandin. Guney di salên 1950î de dest bi çêkirina fîlman kir û di Festîvala Fîlman a Cannesê ya 1982ê de Xelata Palmiyeya Zêrîn bi fîlma xwe ya wergirt.[4][5]

Pêşketina wê

Ji ber nebûna bazarakê netewî-azad û ji ber astengiyên aborî û sîyasî Kurd di qada sînemayê de gelek paş de man. Di vê navbera dirêj de di qada sînemayê de hin xebat pêk hatibin jî bi awayekî ciddî û profesynel di sala 1992’an de bi filma Nizamettin Ariç bi navê "Kilamek Ji Bo Beko" Sînemaya Kurdî çavên xwe li Dinyayê vekir.

Bi filmên ku piştre hat kişandin jî sînemaya Kurdî dest bi çaplûkî çûnê kir. Di salên dawî de bi rastî ji pêşketinên erênî pêkhat. Bi taybetî azadiya li Başurê Kurdistanê û mercên ku hat guherandin, pêşketina Medyaya Kurdî, li dar xistina festivalên filmên Kurdî, derketina derhênerên Kurd ku xwedî perspektîf, serkeftina filmên Kurdî ku di festivalên navneteweyî de bidestxistin, bi hezaran çîrokên ku dîrok û coxrafyaya Kurdistan dihewîne ku bo sinemaya Kurdî pêşerojeke ronal pêşkeş dike û xalên din bo rabûna ser pêyan a Sinemaya Kurdî faktorên girîngin.

Li Kurdistana Rojhilat û Bakur hejmara filmên ku tê weşandin roj bi roj zêdetir dibe. Bi taybetî li Kurdistana Rojhilat her sal bi dehan filmên metraja kurt tên kişandin. Pêşketina sinemaya Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê de bandora perspektîfa sinemayê ku di sinemaya Îranê de pêk hatiye heye. Li başurê Kurdistanê festival û xebatên ku bi pişgiriya ku Hikumeta Kurdistanê tên kirin hejmara filmên ku tên kişandin jî zêde kir. Piraniya wan filman ne di asta Cihanî de be jî ji nav van derhênerên wek Bahman Qubadî û Hinêr Salim ispat kirin ku sinemaya Kurdî dikare ciranên Kurdan ku dîroka sinemaya wan 70 saliye jî derbas bike.

Fîlmên kurdî

Bi sedan filmên metraja dirêj û metraja kin (hejmara filmên metraja kin hin zêdetir e) dikarin mînak bên dayîn.

Filmên metraja dirêj

Filmên metraja dirêj ên ku di salên dawîn de hatine kişandin – li Kurdistana Başûr, Kurdistana Rojhilat, Kurdistana Bakur û Ewropa - wiha ne:

Kurtefilmên kurdî

  • HENASEYEK BO TO Mele Resûlî (Kurdistana Başûr) (2004)
  • RONAKÎ BO ÊME (Kurdistana Başûr)
  • ROJNAME (Kurdistana Başûr)
  • SATALAYT (Kurdistana Rojhilat)
  • TELEFON Hüseyin Ahmed Mihamed (Kurdistana Başûr-Kerkûk)
  • ZIRAN,AX (Kurdistana Bakûr) (1999)
  • LEŞKERÊN ŞIKESTÎ Batin Qubadî (Kurdistana Rojhilat)
  • CENG (Kurdistana Rojhilat)
  • XWARINA ÇIYAYÊ SOR

Gûftigoya sînemaya kurdî

Gelek caran niqaşeke bêwate ku “Sinemaya Kurdî heye an na” tê kirin.Ger ewqas film hatine kişandin ,ewqas derhêner xwe wekî derhÊnerÊ Kurd Û filmên xwe jî wek filmên Kurdî bi nav dikin û gele serkeftinên mezin jî bidest dixin bêwateyiya niqaşa sinemaya Kurdî heye an na jî derdikeve holê.Filmekê zimanê ku tê bikaranîn Kurdî be,derhênerê vê filmê Kurd be an j….î ev film filmekê Kurdî.

Her ji çi be nav Kurdan de kesên xwe pir jîr û "welatparêz" dibînin û her tiştî de xwe wekî navend û pispor nîşan didin heye û ger mirovek ji wan re bipirse;Gelo tu derbarê weşangeriya Kurdî de çi difikirî?Bersiva wan amadeye;Çi! Ma weşangeriya Kurdî tuneye divê em xwe nexepînin.

Yan jî di derbarê Weşangeriya Kurdî,Wêjeya Kurdî,Sinemaya Kurdî,Muzîka Kurdî,zimanê Kurdî de jî heman tişt dibêjin"Em xwe nexepînin rewşa me gelek xirabe, tiştên han hin ne pêk hatine"...Bi bersivên xwe kesayatiyên xwe yê eciz jî nişan didin ku her wiha ewqas korin ku pêşketina behît ku di van 13 salan de pêkhatiye nabînin. Şiroveyên wisa bêşit têvkariyek nade pêşketina ziman,weşangerî,sînema,medya û hwd. ên Kurdî.

Mijarên têkildar

Çavkanî

  1. ^ "KurdishCinemaHomePage". web.archive.org. 22 adar 2020. Roja gihiştinê 4 kanûna pêşîn 2024.
  2. ^ Bozarslan, Hamit; Gunes, Cengiz; Yadirgi, Veli, edîtor (2021). The Cambridge History of the Kurds. Cambridge: Cambridge University Press. ISBN 978-1-108-47335-4.
  3. ^ Biswas, Pradip (1999). Yilmaz Guney: Cineaste Militant (bi îngilîzî). Pradip Biswas.
  4. ^ "Yilmaz Güney - Awards". IMDb (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 4 kanûna pêşîn 2024.
  5. ^ Arslanbenzer, Hakan (28 gulan 2021). "Nuri Bilge Ceylan: Making European films in Turkish context". Daily Sabah (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 4 kanûna pêşîn 2024.