Birek
Birek, Arxût (bi tirkî: Yoncalı) yek ji gundên girêdayî Erxewan a Meletîyê ye û li Bakurê Kurdistanê ye. Gund li birekê ye, ji ber wê gotine Birek.
Birek | |
---|---|
Yoncalı | |
Koordînat: 39°0′37″Bk 38°15′20″Rh / 39.01028°Bk 38.25556°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Meledî |
Navçe | Erxewan |
Nahiye | Şotik |
Bilindahî | 1.340 m (4400 ft) |
Nifûs (2010) | 43[1] |
Koda postayê | 44960 |
Koda telefonê | (+90) 422 |
biguhêre |
Beriya Komkujiya Ermeniyan li vê gundê Ermenî û Kurd bi hevre dijîyan. Kurdên gund wekî Birek û Ermeniyan jî Arxût binavdikir. Di salên giran ên asîmîlasyona dewleta Tirk a Kurdên de (1930 - 1960 ango demên dijwar ên pişavtinê) wekî hemî navan navê vê gundê jî kirine tirkî. Serkeftina sazûmaniya leşkerî ya Tirk biserdikeve û îcar jî oto-asîmîlasyon (xwepişavtin) dest pê dike. Li Birekê gelek bermahiyên dîrokî hene û gelek ji wan jî hatine talankirin.
Bingeha wê di dest pêka 1800´î de hatiye avêtin û berîya wê jî gelek şarezayiyên Kurd li vir cîhwar bûne. Di salên 40'î de derûdora 150 mal hebûne. Niha derûdora 20-30 mal in. Tenê 300 malên ku ji Birekê hatine niha li Stenbolê dijîn. Ango vî gundî jî koçberî daye.
Wargehên balkêş
biguhêreGelhenasî
biguhêreSal | Gelh |
---|---|
2010 | 43 |
2008 | 33[2] |
1990 | ? |
Çavkanî
biguhêre
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |