Location via proxy:   [ UP ]  
[Report a bug]   [Manage cookies]                

Sînemaya Kurdî balê dikişîne ser gel û çanda kurd. Çarenûsa kurdan weke gelek bê dewlet tesîrek mezin da sînemaya kurdî. Lewma fîlmên kurdî gelek caran gazindên civakî, zext û zordarî, îşkence, binpêkirina mafên mirovan û jiyana xerîbiyê nîşan didin. Sînemaya kurdî ji bo kurdan xwedî girîngiyeke mezin e, ji ber ku derfetê dide ku bi awayeke hunerî balê bikşînin ser rewşa xwe. Lê belê ji ber zordariya dewletê, piraniya fîlm li sirgûnê tên çêkirin. Mînaka herî baş a vê yekê li Tirkiyê ye, ku heta sala 1991ê destûr nedan kurdan ku bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin û vê yekê jî çêkirina fîlmên wan dijwartir kir.[1]

Sînemaya kurdî
  • Cinema by country or region Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Logoyek ji bo sînemaya kurdî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Ji ber nebûna bazarakê netewî-azad û ji ber astengiyên aborî û sîyasî kurd di qada sînemayê de gelek paş de mabûn.

Bingeha sînemaya kurdî

biguhêre

Bingeha Sînemaya kurdî bi filma Zerê li Ermenîstanê hatibû kişandin. Yekemîn fîlma kurdî ya belgekirî ku li Ermenîstana Sovyetê hatiye çêkirin, fîlmeke bêdeng a bi navê Zerê ya sala 1927ê bû ku (li gor agahdariya ku Rohat Alakom daye) derhêneriya wê Hamo Beknazarian kiribû. Fîlm di sala 1915ê de rû dide, evîneke di navbera jineke ciwan a êzdî, şivan Saydo û Zareyê navdar de nîşan dide. Fîlm li gorî îdeolojiyên salên 1920î nîşan dide ku rêveberiya Tsar çawa bi alîkariya mele û rêberên olî, nezaniya kurdan bikar tîne da ku ji wan îstismar bike.

Filmên ku bi derhêneriya Emil Ludwing di salên 1930î disa li Ermenîstanê hatibûn kişandin, fîlmên bi navê "Selahaddin", "Mem û Zîn", "Xan Dimdim" û "Siyabendê Selîwan" in û destanên kurdî dikin mijar.

Krder-ezidner (Kurd-Êzdî), fîlmekî din ê bêdeng û reş-spî ye (li gor agahdariya ku Rohat Alakom daye) û li ser kurdên êzdî yên Ermenîstana Sovyetê di sala 1933ê de derket. Derhêneriya wê Amasî Martirosyan kir û avakirina Kolxozê li gundekî kurdan nîşan dide.[2]

Sînemaya kurdî ya nujên

biguhêre

Di sedsala 21ê de sînemaya kurdî rastî geşbûnek mezin hat û hejmara filmên ku tên weşandin roj bi roj zêdetir dibe. Azadiya hunerî ya li Başurê Kurdistanê, mercên ku guherîn, pêşketina medyaya kurdî, derketina medyaya civakî, lidarxistina festivalên filmên kurdî, derketina nifşeke nû ya derhênerên kurd: Ev hemî amadekirin û belavkirina fîlmên kurdî hêsantir kir û sînemaya kurdî her ku çû pêşxist. Ev yek rû da perspektîfên nû û serkeftinên filmên kurdî di festivalên navneteweyî de. Bi hezaran çîrokên ku dîrok û erdnîgariya Kurdistanê dihewîne, ji bo sinemaya kurdî pêşerojeke ronak pêşkeş dike û xalên din ji bo rabûna ser pêyan a sinemaya kurdî faktorên girîng in.

Yilmaz Guney, Jano Rosebiani, Bahman Qubadî, Şewket Emîn Korkî, Mano Xelîl, Hîşam Zaman, Sahîm Omer Kalîfa, Bîna Qeredaxî û Yüksel Yavuz di nav derhênerên kurd de ne. Hin fîlmçêkerên kurd ên wek Huner Selîm li derveyî Kurdistanê dijîn û kar dikin.[3]

Bakurê Kurdistanê

biguhêre

Yek ji damezrînerên sînemaya kurdî ya nujên Yilmaz Guney e, ku di fîlmên xwe de, bi taybetî Sürü û Yol, çanda kurdî nîşan dide, tevî qedexeyên ku ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve li ser wî hatibûn danîn.[4] Fîlmên wî ji aliyê sînemagerên kurd ve gelek tê ecibandin. Guney di salên 1950î de dest bi çêkirina fîlman kir û di Festîvala Fîlman a Cannesê ya 1982ê de Xelata Palmiyeya Zêrîn bi fîlma xwe ya wergirt.[5][6]

Di salên 1990î de çanda sînemaya kurdî ji Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ya ku nû hatbû avakirin piştgirî girt. NÇMê beşa sînemayê ava kir û tê de çend derhênerên kurd fîlmên xwe yên yekem çêkirin. Di sala 1995ê de, şaxa NÇMê ya Stembolê atolyeya sînemayê pêk anî.[7]

Di sala 1991ê de fîlmeke kurdî ya bi navê Kilamek ji bo Beko ya nivîskar-derhêner Nizamettin Ariç wek berhemeke almanî-ermenî hatiye çêkirin. Di sala 1992ê de derhêner Ûmît Elçî Mem û Zîn wek fîlmek tirkî kişandiye. Fîlma Siyabend û Xecê vedigere sala 1993ê û ew jî li Tirkiyê hatiye çêkirin.

Fîlma Miraz Bezar Min Dît: Zarokên Amedê di festîvalên fîlman ên San Sebastian, Hamburg û Gentê de xelat girtin. Ev fîlm di festîvala fîlmên tirkî de yekemîn fîlma bi kurdî bû, di Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê de hat nîşandan û xelata taybet a juriyê wergirt.[8]

Rojhilata Kurdistanê

biguhêre
 
Afîşa fîlma Kûsî jî dikarin bifirin

Hejmara fîlmên kurdî yên ku li Îranê tên kişandin gav bi gav zêde dibe. Mînak Bahman Qubadî ji bo fîlmê xwe li Berlînale Kûsî jî dikarin bifirin ji aliyê Juriya Ciwanan ve Xelata Taybet wergirt.[9]

Her sal bi dehan filmên metraja kurt li rojhilata Kurdistanê tên kişandin. Pêşketina sinemaya kurdî li Rojhilatê Kurdistanê bandorek erênî dide perspektîfa sinemaya Îranê.

Di van du salên dawî de li Almanya û Swîsreyê, fîlmçêkerên kurd ên li sirgûnê ku ji dewletên ku lê dijîn fonên giştî distînin, şîrketên hilberîna fîlman jî ava kirine, wek mînak NEWA Film a li Berlinê[10] an Frame Film GmbH a li Bernê.[11]

Başûrê Kurdistanê

biguhêre

Li başurê Kurdistanê festival û xebatên ku bi pişgiriya ku Hikumeta Kurdistanê tên kirin hejmara filmên ku tên kişandin jî zêde kir. Piraniya wan filman ne di asta cihanî de be jî, ji nav van derhênerên wek Bahman Qubadî û Hinêr Salim ispat kirin ku sinemaya kurdî xwedî potansiyel e ku beşdarî pîşesaziya fîlmên navneteweyî bibe.

Rojavayê Kurdistanê

biguhêre

Wê bê nivîsandin

Sînemaya kurdî ya navneteweyî

biguhêre

Di salên 2000î û 2010î de li seranserê Kurdistanê herikîna belgefîlman çêbû. Fîlmçêkerên kurd ji bo perwerdekirina temaşevanên rojavayî, belgefîlman wekî amûrek bikar anîn. Wan fîlmên xwe di festîvalên fîlman de û li ser malperên medyaya civakî nîşan dane, da ku bala xwe bidin bûyerên berê û yên niha ku li Kurdistanê diqewimin û dibin.[12] Gelek ji van belgefîlman bi şêwazên sînemayê, bi budceyek piçûk û ekîbek piçûk hatine kişandin. Fîlma Banaz: Çîrokek Evînê, ku derhêner û berhemhênera wê Deeyah Khan e, portreya Banaz Mahmod, jineke kurd a 20 salî ya ji Mitcham, Londonê, nîşan dide, ku di sala 2006ê de ji aliyê bav, mamê xwe û pismamên xwe ve di kuştineke namûsê de hate kuştin.[13] Vê fîlmê Xelata Emmy ya 2013ê ji bo Baştirîn Fîlma Navneteweyî ya Karûbarên Niha (Best International Current Affairs Film) wergirt.[14]

Fîlmên kurdî

biguhêre

Bi sedan filmên metraja dirêj û metraja kin (hejmara filmên metraja kin hin zêdetir e) dikarin mînak bên dayîn.

Filmên metraja dirêj

biguhêre

Filmên metraja dirêj ên ku di salên dawîn de hatine kişandin – li Kurdistana Başûr, Kurdistana Rojhilat, Kurdistana Bakur û Ewropa - wiha ne:

Kurtefilmên kurdî

biguhêre
  • HENASEYEK BO TO Mele Resûlî (Kurdistana Başûr) (2004)
  • RONAKÎ BO ÊME (Kurdistana Başûr)
  • ROJNAME (Kurdistana Başûr)
  • SATALAYT (Kurdistana Rojhilat)
  • TELEFON Hüseyin Ahmed Mihamed (Kurdistana Başûr-Kerkûk)
  • ZIRAN,AX (Kurdistana Bakûr) (1999)
  • LEŞKERÊN ŞIKESTÎ Batin Qubadî (Kurdistana Rojhilat)
  • CENG (Kurdistana Rojhilat)
  • XWARINA ÇIYAYÊ SOR

Gûftigoya sînemaya kurdî

biguhêre

Gelek caran niqaşeke bêwate ku “Sinemaya Kurdî heye an na” tê kirin.Ger ewqas film hatine kişandin ,ewqas derhêner xwe wekî derhÊnerÊ Kurd Û filmên xwe jî wek filmên Kurdî bi nav dikin û gele serkeftinên mezin jî bidest dixin bêwateyiya niqaşa sinemaya Kurdî heye an na jî derdikeve holê.Filmekê zimanê ku tê bikaranîn Kurdî be,derhênerê vê filmê Kurd be an j….î ev film filmekê Kurdî.

Her ji çi be nav Kurdan de kesên xwe pir jîr û "welatparêz" dibînin û her tiştî de xwe wekî navend û pispor nîşan didin heye û ger mirovek ji wan re bipirse;Gelo tu derbarê weşangeriya Kurdî de çi difikirî?Bersiva wan amadeye;Çi! Ma weşangeriya Kurdî tuneye divê em xwe nexepînin.

Yan jî di derbarê Weşangeriya Kurdî,Wêjeya Kurdî,Sinemaya Kurdî,Muzîka Kurdî,zimanê Kurdî de jî heman tişt dibêjin"Em xwe nexepînin rewşa me gelek xirabe, tiştên han hin ne pêk hatine"...Bi bersivên xwe kesayatiyên xwe yê eciz jî nişan didin ku her wiha ewqas korin ku pêşketina behît ku di van 13 salan de pêkhatiye nabînin. Şiroveyên wisa bêşit têvkariyek nade pêşketina ziman,weşangerî,sînema,medya û hwd. ên Kurdî.

Mijarên têkildar

biguhêre

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "KurdishCinemaHomePage". web.archive.org. 22 adar 2020. Roja gihiştinê 4 kanûna pêşîn 2024.
  2. ^ Bozarslan, Hamit; Gunes, Cengiz; Yadirgi, Veli, edîtor (2021). The Cambridge History of the Kurds. Cambridge: Cambridge University Press. ISBN 978-1-108-47335-4.
  3. ^ Koksal, Ozlem (28 kanûna paşîn 2016). Aesthetics of Displacement: Turkey and its Minorities on Screen (bi îngilîzî). Bloomsbury Publishing USA. ISBN 978-1-5013-0649-5.
  4. ^ Biswas, Pradip (1999). Yilmaz Guney: Cineaste Militant (bi îngilîzî). Pradip Biswas.
  5. ^ "Yilmaz Güney - Awards". IMDb (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 4 kanûna pêşîn 2024.
  6. ^ Arslanbenzer, Hakan (28 gulan 2021). "Nuri Bilge Ceylan: Making European films in Turkish context". Daily Sabah (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 4 kanûna pêşîn 2024.
  7. ^ Koçer, Suncem (2014). "Kurdish Cinema as a Transnational Discourse Genre: Cinematic Visibility, Cultural Resilience, and Political Agency". International Journal of Middle East Studies. 46 (3): 473–488. ISSN 0020-7438.
  8. ^ "Kritik zu Min Dît – Die Kinder von Diyarbakir | epd Film". www.epd-film.de (bi almanî). Roja gihiştinê 4 kanûna pêşîn 2024.
  9. ^ "Awards". www.berlinale.de (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 4 kanûna pêşîn 2024.
  10. ^ "NEWA FILM" (bi almanî). 21 hezîran 2017. Roja gihiştinê 4 kanûna pêşîn 2024.
  11. ^ "Frame Film GmbH" (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 4 kanûna pêşîn 2024.
  12. ^ Cardullo, Bert (2012). World Directors and Their Films: Essays on African, Asian, Latin American, and Middle Eastern Cinema (bi îngilîzî). Scarecrow Press. ISBN 978-0-8108-8524-0.
  13. ^ "Banaz Mahmod 'honour' killing cousins jailed for life". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 10 çiriya paşîn 2010. Roja gihiştinê 4 kanûna pêşîn 2024.
  14. ^ Team, The Deadline (14 tebax 2013). "International Emmy Current Affairs, News Nominees Announced". Deadline (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 4 kanûna pêşîn 2024.