Location via proxy:   [ UP ]  
[Report a bug]   [Manage cookies]                

Bilêvkirin

biguhêre

Paşlêker

biguhêre

-ijîn

  1. Paşgirekê ye ku ji navdêr û rengdêran lêkerên negerguhêz çêdike, forma negerrguhêz a -aştin, -iştin:
    kel > kelijîn
    nerm > nermijîn
    tam > tamijîn
    teng > tengijîn
    hilm > hilmijîn
    bêhn > bêhnijîn
    fir > firijîn

Bikaranîn

biguhêre
  • Ji lêkerên ji vê paşgirê navderên paşvesazî ên jê-lêkerî (deverbal) jî çêdibin, wek kelij, hilmij, gurmij...
  • Forma gerguhêz bi pirranî -ijandin e.

Bide ber

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Paşvesazî ber modela -aştin, -iştin (herdu dema niha -êj-) ku di lêkerên gerrguhêz de hene û -ij jî dibe negerrguhêz. Bide ber -is, -iz (wek bi teyisîn, teqizîn, çilmisîn, melisîn...) ber modela -astin (dema niha -êz-, -ês-) û -îstin (dema niha -îz-, -îs), soranî (-ir) (paşgireke ku ramana negerrguhêziyê dide, wek witira = hat gotin, bêjiya) ber modela -artin (dema niha -êr-), -in (wek bi meyinîn, zeyinîn, di devokinan da peyda dibe) ber modela -andin. Têkildarî paşgira rengderan -în jî. Guhertoya bi /m/ (wek bi kelmijîn, gurmijîn, çilmisîn) ji çi ye ne peyda ye, nê bi gengazî tenê zêdehiyeke konsonantê ye.