Location via proxy:   [ UP ]  
[Report a bug]   [Manage cookies]                
Here naverokê

Borrîhewa

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Zengilor hat beralîkirin)

Borrîhewa, trake, qilqancik[1] an jî zengilor[2] (bi îngilîzî: windpipe, trachea), boriyek kirkiragî ye, di navbera pişik û qirrikê de hewayê henaseyê diguhezîne. Hewa, ji qirrikê derbasî borrîhewayê dibe.

Pêkhateya borrihewa

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Borîhewaya mirov pêkhateyek kirkiragdar e.

Borrihewaya mirov bi qasî 10-12 cm dirêj e. Stûriya wê 2 cm e. Borrîhewa li pêş soriçikê, ji qirrikê dirêjê sîngekelênê dibe. Pêşî û kelekên borrîhewa kirkiragdar e, paşiya borrihewayê bê kirkirag e û bi soriçikê ve girêdayî ye. Borrîhewa 16 heta 20 kirkiragên netemam[3], yên bi şêweya pîta C lixwe digire[4].

Diwarê borrîhewayê ji çar çînan pêk tê. Rûyê navî ya borrîhewayê bi lîncemade dapoşî ye. Di binê lîncemadeyê de çîna rûkeşaşane ya rûkeşexaneyên kûlkdar û xaneyên goblet heye[3]. Xaneyên goblet lîncemade der dide. Xaneyên kûlkdar madeyên biyanî yên ko ligel hewayê henasegirtinê ketiye nav coga borrihewayê, ber bi qirrik û gewriyê pal dide. Çîna sêyem ji kirkirag û lûsemasûlkeyan pêk te. Kirkirag borrihewayê zexm dikin û destek didin borrîhewayê ko hertim vekirî bimîne ji bo herrika hewayê[4]. Lûsemasûlke bi girjbûn û xavbûnê firehiya coga borrîhewayê diguherînin. Gava henasedayînê lûsemasûlke girj dibin, coga borrîhewa teng dibe bi vî awayê hewayê pişikan ê henasedayînê bi hêztir û leztir di nav borrîhewayê de diherrike. Girjbûn û xavbûna masûlkeyên borrîhewa, li gor kartêkerên hawirdorê an jî di bin kontrola koendama demarê de rû dide. Derveyê borrîhewa bi çîna bestereşane ya sist ve girtî ye.

Beşên borrîhewayê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Liqê borrîhewayê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sîngekelênê de borrîhewa dabeşî du liqa dibe, van liqên ziravtir, wekî yekemîn liqê borrîhewayê bi nav dibe. Her yekê ji yekemîn liqê borrîhewayê dikeve nav pişikek[5] . Paşê yekemîn liqên borrîhewa jî di nav pişikan de dabeşê liqan dibin, bi vî awayê, liqên borrihewayên hê ziravtir peyda dibe. Ev liqên zirav jî wekî duyemîn û sêyemîn liqê borrîhewa yê tê bi navkirin. Liqê borrîhewa jî wekî mîna borrîhewayê, kirkirag lixwe digire û rûyê liqê borrîhewa bi rûkeşxneyên kûlkdar û lîncemade dapoşî ye[6].

Di nav pişikan de dabeşbûna liqê borrîhewayê didome, heta ko cogên pir zirav peyda bibe, ev cogên herî ziravtir wekî borrîkehewa tê bi navkirin. Kotahiya borrîkehewayê de sikildanokên hewayê heye. Sikildanok, pêkhateyên şeweya gûşiya trî ne û bi lûleyên xwînê dorpêçî ne[5]. Her pişikek bi qasî 1000 borrîkêhewa lixwe digire[4].

  1. ^ Hüseyin Bektaş (2004)
  2. ^ KURMANCÎ, rojnameya taybetî ya enstîtuya kurdî ya Parîsê .Hejmar 7 .
  3. ^ a b Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.
  4. ^ a b c OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [1]
  5. ^ a b OpenStax Biology. 2013. [2]
  6. ^ Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology. Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.