Hmayak Sîras
Ev gotar sêwî ye. Ti girêdanên li ser vê gotarê tine. (kanûna pêşîn 2024) |
Sîras, bi navê xwe yê rastî Himayag Sahagi Vosganyan (jdb. 15ê sibat 1902, gundê Zêdkan, parêzgeha Agiriyê, Kurdistana Osmanî - m. 1983an, Êrîvan, Ermenistana sovyetî), nivîskarekî ermenî ê sedsala bîstan bû ku di nav roman, çîrok û eserên xwe jî bi kurmancî weşandin.
Wî çîrokeke kurmancî ya bi navê "Letîfe" nivîsandibû. Sîras û ayla wî di sala 1914 ji Qerekilîsê koçî Gurcistanê kirin.[1][2]
Li Gurcistanê dest bi karê "tîprêziyê" kir û di sala 1921 de mala xwe bar kir Êrîvanê (Ermenistan).
Di salên 1922-1925 de li kolêcê tarîxê xwend û di sala 1924 de bû endamê Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê.
Wî ji sala 1926 heta 1933 di kovara Panvorê de edîtorî kir.
Sîras heta taliya emrê xwe gelek roman, çîrokên kin û eserên bi gelek çeşîdan bi ermenî nivîsand. 2 eserên wî yên kurmancî hene.
Di sala 1983 de li Êrîvanê mir.[2]
Kitêb
- Lәҭifә (Letîfe) (1936)[3]
Çavkanî
- ^ Çakar, Sinan (2023). "Çîroknûsîya Emerîkê Serdar di edebîyata Kurdî de". acikerisim.dicle.edu.tr. Roja gihiştinê 3 kanûna pêşîn 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: url-status (lînk) - ^ a b "HERÊMA AGIRÎ: Filekî Ji Agiriyê 76 Sal Beriya Vê Bi Kurdî Pirtûk Nivîsand". HERÊMA AGIRÎ. 11 hezîran 2012. Roja gihiştinê 3 kanûna pêşîn 2024.
- ^ Lәҭifә. Nәşra ħуkуmәta şәwra Еrmәnistanе (Neşra ḧukumeta şewra Êrmenîstanê). 1936.