Hmayak Sîras
Hmayak Sîras (navê pêşî bi ermenî: Հմայակ Սահակի Ոսկանյան, lat. Hmayak Sahaki Voskanian, jdb. 15ê sibat 1902, Zêtka, Qerekose, Kurdistana Osmanî - m. 14ê tebax 1983an, Êrîvan, Ermenistana sovyetî), nivîskarekî ermenî ê sedsala bîstan bû ku di nav roman, çîrok û eserên xwe jî bi kurmancî weşandin.
Hmayak Sîras | |
---|---|
Navê rastî | |
Jidayikbûn | 15 sibat 1902 |
Mirin | 14 tebax 1983 Êrîvan |
Hevwelatî | Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst |
Perwerde |
|
Partiya Siyasî | |
Xelat | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Wî çîrokeke kurmancî ya bi navê "Letîfe" nivîsandibû. Sîras û ayla wî di sala 1914 ji Qerekilîsê koçî Gurcistanê kirin.[2][3]
Li Gurcistanê dest bi karê "tîprêziyê" kir û di sala 1921 de mala xwe bar kir Êrîvanê (Ermenistan).
Di salên 1922-1925 de li kolêcê tarîxê xwend û di sala 1924 de bû endamê Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê.
Wî ji sala 1926 heta 1933 di kovara Panvorê de edîtorî kir.
Sîras heta taliya emrê xwe gelek roman, çîrokên kin û eserên bi gelek çeşîdan bi ermenî nivîsand. 2 eserên wî yên kurmancî hene.
Di sala 1983 de li Êrîvanê mir.[3]
Kitêb
- Lәҭifә (Letîfe) (1936)[4]
Wênedank
-
Sîras bi jina xwe Tamara, 1939
-
Xelata civakî ya Kalevala ku Sîras di sala 1972 stand
-
Yekemîn mora bîranînê ko ji bo rêzgirtina Sîras hat derxistin
-
Duyemîn mora bîranînê ko ji bo rêzgirtina Sîras
-
Tabloya bîranînê ya li ser mala Sîras li Êrîvanê
Çavkanî
- ^ Bardakjian, Kevork B. (2000). A Reference Guide to Modern Armenian Literature, 1500-1920: With an Introductory History (bi îngilîzî). Wayne State University Press. ISBN 978-0-8143-2747-0.
- ^ Çakar, Sinan (2023). "Çîroknûsîya Emerîkê Serdar di edebîyata Kurdî de". acikerisim.dicle.edu.tr. Roja gihiştinê 3 kanûna pêşîn 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: url-status (lînk) - ^ a b "HERÊMA AGIRÎ: Filekî Ji Agiriyê 76 Sal Beriya Vê Bi Kurdî Pirtûk Nivîsand". HERÊMA AGIRÎ. 11 hezîran 2012. Roja gihiştinê 3 kanûna pêşîn 2024.
- ^ Lәҭifә. Nәşra ħуkуmәta şәwra Еrmәnistanе (Neşra ḧukumeta şewra Êrmenîstanê). 1936.