Location via proxy:   [ UP ]  
[Report a bug]   [Manage cookies]                

Bilêvkirin

biguhêre
gurûn (lêkera gerguhêz)
Rehê dema niha: --
RP.
Niha
ez dicûm
tu dicûyî
ew dicû
em, hûn, ew dicûn
Fermanî Yekjimar bicû
Pirjimar bicûn
Rehê dema borî: --
RP.
Boriya
sade
min
te
wê/wî
me, we, wan
Formên din:  Tewandin:cûn

cûn lêkera xwerû, gerguhêz

  1. Dan ber didanan, diran lê dan (tiştek çirhûr nebe, wek benîşt anku qajik).

Bi alfabeyên din

biguhêre

Bide ber

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Ji *proto-hindûewropî: *ģyeu- ("cûn, cûtin, gestin, gezandin, leq lê dan"), proto-îranî: *jyau- ("cûn, cûtin"), partî: j'w- ("cûn, cûtin"), pehlewî: jw- ("cûn, cûtin"), farisî: javīdan / jav- ("cûn, cûtin") alfabeya arî, kurdî: cûn, cûtin (-cû-) ("cûn, cûtin"), (zazakî: cawîten / caw- ("cûn, cûtin"), rusî: жевать (ževát’) ("cûn, cûtin"), îngilîzî: chew ("cûn, cûtin"), almanî: kauen ("cûn, cûtin") ,

Çavkanî: Cheung p.226 | Pokorny: 400
Hevreh: cênîk

Bi zaravayên din

biguhêre
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî cûn cûn
Îzafe cûnê cûnên
Çemandî cûnî cûnan
Nîşandera çemandî cûnî wan cûnan
Bangkirin cûno cûnino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî cûnek cûnin
Îzafe cûnekî cûnine
Çemandî cûnekî cûninan

cûn nêr

  1. (yên hinekî ji hev cuda) çeşîd, cure, texlîd, tewir, terz, newh

Etîmolojî

biguhêre

Hevreha avestayî gewne- (reng; cûn, core), pehlewî gûn, farisî گون‎ (gûn). գոյն (goyn: reng) ya ermenî ji zimanekî îranî hatiye deynkirin. ܓܘܢܐ (gewna) ya aramî ji îranî hatiye wergirtin. Lê guherîna g>c bêşirove dimîne.

Pêguherane, dikare hevreha -ê- bibe ku di evistayî de wek "𐬫𐬀𐬊𐬥𐬀"(yewne) hatiye qeydkirin û di farisî de jî wek جن‎(cen) ku her du wateya "alî, rex, tenişt" didin. Herçiqas ev ji bo guherîna dengê y>c guncantir bibe jî (li şûna g>c, ku tenê di peyvên bi tesîra erebî de pêk tê; g'ên di serî de ên îranîkiya kevnar wek g dimînin), guherîna wateyê û hebûna peyvên heman awayî û hevwate ên di zimanên din ên îranî de vê bêencam dihêle.

Rengdêr

biguhêre

cûn

  1. çûr, sîs, spî, spîçole, spîçolkî, boz, sîxboz, cûnekî