Mercia yan jî Keyaniya Merciayê (bilêvkirina îngilîzî: [ˈmɜːrʃiə,-ʃə][1], bi îngilîziya kevn: Miercna Rīce, latînî: Merciorum regnum) yek ji sê keyaniyên anglî yên Heptarkiya Anglosaksonan bû. Wateya navî "Keyaniya xelkê li ser sinorê" ye. Mercia bo sê sedsalan li Îngilîstanê serdest bû, paşê Wessexiyan bi ser ketin û keyaniyên Îngilîstanê giş dagir kirin û yek kirin û Keyaniya Îngilîstanê ava kirin.[2]
Keyanî li ser Geliyê Trentê û çemê Trentê ve nîvek dibe ku îroj ev der wekî Midlands tê zanîn. Dîwan li derdora keyaniyê geriya û paytextekî westar tunebû. Di destpêka hebûna xwe de bajarê Repton wisan diyar dike ku bo milkên keyaniyê girîng bûye. Anegorî Bûyernameya Anglosaksonan (Anglo-Saxon Chronicle), di navbera salên 873 û 874an de Artêşa Mezin a Vîkîngan şahê merciayiyan kevand. Bîstek berê, wisan xuya dike ku key Offa bajarê Tamworth pesend kiriye, ew li vir taca xwe li serê xwe kir.
^Roach & Hartman, eds. (1997) English Pronouncing Dictionary, 15th edition. (Cambridge University Press). p. 316; see also J.C. Wells, Longman Pronunciation Dictionary and Upton et al., Oxford Dictionary of Pronunciation for Current English.