Location via proxy:   [ UP ]  
[Report a bug]   [Manage cookies]                
Here naverokê

ajotin

Ji Wîkîferhengê

Bilêvkirin

[biguhêre]

Lêker

[biguhêre]
ajotin (lêkera gerguhêz)
Rehê dema niha: -ajo-
RP.
Niha
ez dajom
tu dajoyî
ew dajo
em, hûn, ew dajon
Fermanî Yekjimar bajo
Pirjimar bajon
Rehê dema borî: -ajot-
RP.
Boriya
sade
min ajot
te ajot
wê/wî ajot
me, we, wan ajot
Formên din: Tewandin:ajotin
Kesek tirimpêlê diajo.

ajotin lêkera xwerû, gerguhêz

  1. Tirimpêlek yan dewarek meşandin ango anîn yan birin.
    Te çima terşê xwe ajotiye nav bûstanê me?!
  2. Vêkişandin, dirêj bûn.
    Civîna wan seetekê ajot.ango civîna wan seetekê dirêj bû
  3. Kêlan, cot kirin.
    Ew hê jî zeviyên xwe bi gayan diajon (an jî dojin).
  4. Teqîb kirin, mînak şop ajotin.
  5. Zixtkirin, handan.
  6. sirgûn kirin
    • Walah eve xebera derew biderdikeve ez dê te tālān bikim û kep û guhêd te jî ji boy sosret jê kim û te ji nêva êlê biderînim û bajom (biajom)! Êdî tu dizanî! — (Mele Mehmûdê BazîdîTûhfetu'l-Xîlan Fî Zimanê Kurdan, Weqfa Mezopotamyayê, 2019, çapa 1em, r. 161, ISBN 978-605-80975-1-3)

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji proto-hindûewropî *h₂eǵ-, proto-îranî *aza-, hevreha 𐬀𐬰𐬀𐬌𐬙𐬌(azaiti) ya avestayî, sanskrîtî अजति (ajati), ermeniya kevn ածեմ (acem), yûnaniya kevn ἄγω (ago), latînî agō, swêdî åka... Heman peyv ihtimal e ku serekaniya hêga (zevî) ya zazakî ye jî. ajaa ja fînî û ajama ya estonî bi ihtimaleke mezin ji proto-hindûewropî, bi taybetî ji proto-îranî hatine deynkirin.

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
[biguhêre]
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî ajotin ajotin
Îzafe ajotina ajotinên
Çemandî ajotinê ajotinan
Nîşandera çemandî ajotinê wan ajotinan
Bangkirin ajotinê ajotinino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî ajotinek ajotinin
Îzafe ajotineke ajotinine
Çemandî ajotinekê ajotininan

ajotin

  1. Meşandin ango anîn yan birina tirimpêlek yan dewarek.

Werger

[biguhêre]