apartayd
Xuyakirin
Bilêvkirin
[biguhêre]Navdêr
[biguhêre]Zayenda mê ya binavkirî | ||
---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | apartayd | apartayd |
Îzafe | apartayda | apartaydên |
Çemandî | apartaydê | apartaydan |
Nîşandera çemandî | wê apartaydê | wan apartaydan |
Bangkirin | apartaydê | apartaydino |
Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | apartaydek | apartaydin |
Îzafe | apartaydeke | apartaydine |
Çemandî | apartaydekê | apartaydinan |
apartayd mê
- (siyaset) awartin, ferqûcudahî, cudaparêzî, nijadperistî, segregasyon, dîskrîmînasyon
(bi taybetî berê ji hev cudakirina mirovên reş û spî li Efrîqaya Başûr)- Bi liberçavgirtina vê çendê ku Îran welateke pirnetewe û pirzimanî ye ku ji neteweyên Azerî, Kurd, Fars, Ereb, Belûç, Turkmen û yên din pêk hatiye, bi agahdarbûn ji vê çendê ku yek ji sê a welat anku gelê Fars ji sala 1925’an virde desthilata welat bidestve girtiye û di encama vê desthilatdariyê de, Îran îro tevî awayên apartayd û cudahîdananên çandî û zimanî rû bi rû bûye. — (Daxuyaniya Hevbeş Ya Kongireya Neteweyên Îrana Federal Bi Nûneratiya Gelên Kurd, Erebên Ehwazê, Azerbaycanî Û Belûç Di Rêxistina Gel Û Neteweyên Bênûner (UNPO) De, Kurdistanmedia.com, jêwergirtin: 7/2009)
Etîmolojî
[biguhêre]Bi rêya îngilîzî yan fransî ji ji afrîkansî apartheid (cudahî, cudakirin) ji holendî apart (cuda) ji fransî àpart (cuda) + -heid ya holendî
Jê
[biguhêre]Werger
[biguhêre]- Afrîkansî: apartheid → af
- Almanî: Apartheid → de m
- Bulgarî: апартейд (apartejd)
- Esperantoyî: segregacio
- Fînî: apartheid → fi
- Fransî: apartheid → fr
- Holendî: apartheid → nl, segregatie → nl
- Îdoyî: segregaco → io
- Îngilîzî: apartheid → en
- Rusî: апартеид → ru (aparteid)
- Spanî: apartheid → es
- Swêdî: apartheid → sv
- Tirkî: apartayd, ırk ayrımı → tr, ayrım → tr