barebar
Xuyakirin
Bilêvkirin
[biguhêre]Navdêr
[biguhêre]Zayenda mê ya binavkirî | ||
---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | barebar | barebar |
Îzafe | barebara | barebarên |
Çemandî | barebarê | barebaran |
Nîşandera çemandî | wê barebarê | wan barebaran |
Bangkirin | barebarê | barebarino |
Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | barebarek | barebarin |
Îzafe | barebareke | barebarine |
Çemandî | barebarekê | barebarinan |
barebar mê
- (dengê siriştî) Dengê bangkirinê bi dengekî qebe û nexweş.[1]
- Ew ditirsin, lê tirsa wan ne ji ber pereyan e. Gurên boz eşkere dibêjin ko ev kanal dê rê li ber parçebûna dewletê veke û loma li dijî wê derdikevin. Barebara kevnegeneralan e. Qareqara kurdkuj û ergenekonperestan e. — (Mustafa Aydogan, Bihêlin kî dixwaze bi kurdî bipeyive bila bipeyive! [arşîv], nefel.com, 2009)
- Her roj qîreqîr û barebara Erdogan û berdevkên hikûmetê… Her ku diqîrin; pereyê Tirkiyê (TL) dikeve, dolar (USD) bilindtir dibe… Her ku diqîrin; xelk feqîrtir dibe… Her ku diqîrin; xelk diêşe, meseleyên esasî bêçareserî li holê dimînin… — (Halil Dalkılıç, Erê çav sor in, lê rewş ne gorî dilê wan e!.. [arşîv], nupel.net)
- Bi vexwarina çayekê re min li dengê okêya kurdî huhdarî kir, dengê çêr û xeyîdîn û barebara bi kurdî guhdarî kir, kêf ken û henekên mirovan temaşe kir. — (M. Çiya Mazî, Vegera Bakurê Kurdistanê [arşîv], amidakurd.org, 15.12.2013)
Jê
[biguhêre]- (Lêker) barebar kirin
Etîmolojî
[biguhêre]Werger
[biguhêre]Çavkanî
[biguhêre]- ↑ ishak_baravi, Cotepeyvên Teqlîdî [arşîv], twitter.com, 2020