Zaro Axa
Zaro Axa (1774, Bedlîs − 29 pûşper 1934, Stenbol), Kurdekî ku wexta ku hîn sax bû, di cihanê de mirovê herî temendirêj bû. Deh padîşahên Osmaniyan û serokkomarek dîtine. Beşdarî şeş şeran bûne. Gorî hin çavkaniyan heft, gorî hinekan 13, gori hinekan jî 29 caran zewiciye. 13 zar û 29 neviyên wî hebûn.
Di sala 1774an de li bajarê Bidlîsê navçeya Motkiyê çêbûye. Berî ku jiyana xwe ji dest bide, ji bo ku bê naskirin, ew birine Amerîkayê. Li wir bala çapemeniya Amerîka û cîhanê kişandiye. Li Amerîkayê gelek navdar bûye. Li gorî agahiyên ku Rohat Alakom dide, di pasaporta Zaro Axa de rojbûna wî 16.02.1774 e. Zaro Axa di 29ê pûşperê sala 1934an di 160 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dide û diçe ber rehma Xudê.
Piştî mirina Zaro Axa, ji bo lêkolîna sedemên temendirêjiya, wî li ser termê wî otopsî hate kirin û ji bo wê mejî, dil û kezebê wî ji nav laşê wî hatin derxistin.
Çavkanî
- Rohat Alakom, Dünyanın En Yaşlı Adamı Zaro Ağa (1774-1934), Avesta, 2009.