Location via proxy:   [ UP ]  
[Report a bug]   [Manage cookies]                
Skip to main content

    Şemoyê Memê

    Hejmara ‘heft’ê ji qonaxa qedîm heta niha hema bêje bala hemû gelan kişandiye û wesfên xwedayî û wesfên derasayî hilgirtine û gelek caran bi erkên qenc, hinek caran jî bi erkên xirab hatiye bikar anîn. Her çi qasî di nav gelan de pirozî û... more
    Hejmara ‘heft’ê ji qonaxa qedîm heta niha hema bêje bala hemû gelan kişandiye û wesfên xwedayî û wesfên derasayî hilgirtine û gelek caran bi erkên qenc, hinek caran jî bi erkên xirab hatiye bikar anîn. Her çi qasî di nav gelan de pirozî û razdariya hinek hejmaran bên qebûlkirin jî, hejmarên heft û çil di serî de, hejmarên sê, çar, şeş, donzdeh jî bala mirovan kişandiye. Hejmara heft, hema bêje di hemû dîn, bawerî, mîtolojî, tasavvuf û zargotinê de cihekî giring girtiye û gelek bûyer û cih bi navê ‘heft’ê hatine binavkirin
    Kurte Xebatên ku li ser zayenda civakî an jî zayendperestî tên kirin bûne mijara gelek lekolînên akademîk û rojane. Zayend, zayenda civakî û zayendperestî wekî mijareke hevçerx, bi xebatên cîvakî û herî zêde xebatên li ser jinan derketine... more
    Kurte Xebatên ku li ser zayenda civakî an jî zayendperestî tên kirin bûne mijara gelek lekolînên akademîk û rojane. Zayend, zayenda civakî û zayendperestî wekî mijareke hevçerx, bi xebatên cîvakî û herî zêde xebatên li ser jinan derketine pêş. Lê divê em qalibên ku ji bo jinê hatine honandin fehm bikin em neçar in bala xwe bidin têgiha "mêrtî" yê jî. Lema wexta em bixwezin fehm bikin ka zayendî (mêrtî û jinîtî) çawa û çi şêweyê hatiye avakirin divê bi nêrîneke gelemperî meseleyê hûr bibin. Ev avakirin û şêwekirin xwe herî zêde û berê sifte di "zimên" de dide der. Helbet mesele , metelok û gotinên pêşiyan ku nimûneyên herî berbelav yên neynika ziman û çandekê ne navgîneke giring ya bilêvkirina zayendperestîyê ye jî. Ji ber vê yekê di nav gotinên pêşiyan de têgiha zayendî, qaîdeyên ji bo jin û mêran hatine xwestin, jin û mêr çawa hatine teswîr kirin, nêrîna civakê li ser zayendê gelek daneyên giranbiha pêşkeşê me dike ji bo têgihştina dirûvê çandekê. Ew diyarde heta bêje bes di nav çanda kurdan de jî cihê xwe girtiye. Destpêk Ziman hemana sereke ya ragihandinê ye û bi xêra zimên nifşên nû têdigihêjin. Wekî bûyereke sirûştî her civakek bi geşepêdana xwe ya dîrokî de, di nav xwe de zimaneke hevpar peyda kirîye û çandeke xweser afirandiye. Ziman formek daye çandê û çand jî formek daye zimên. Em dikarin bibêjin ku wexta em dixwezin civakekê binasin divê rasterast em bala xwe bidin zimanê wê û binêrin gelo çandeke çawa ava kiriye û bi çi astê de ye. Ziman neynika civatê ye û hemû taybetîyên civakê radixe ber çevan. "Zimanê her miletî angorî xû-xeysetê wî miletî jî r'ewş û nîgara xwe standye, t'evî yazya milet jî jîyana xwe dom kirye"(Celîl&Celîl, 2005;5). Herwisa civak jî rengek û li gor bîr, bawerî û rabûn-rûniştina xwe formek daye zimên. Ev yeka herî zêde xwe di nav berhemên zargotinî de dide der. Wekî dîyardeyekê tê zanîn ku, tiştê ku zimên têr dike, fireh dike, diedilîne, diguherîne, wateyên cûda lê bar dike çanda wê cîvakê ye. Helbet wêje jî para xwe ya bandora zimên û çandê hildigire. Cureyeke wêjeyê jî em dikarin bibêjin ku hema hema bi gotinê ve girêdayî ye, wêjeya devkî, an go "zargotin"e. Jixwe zimanê zargotinê eslê xwe de zimanê xelkê ye û zimanekî xwerû û bênixamtî(bê sansur) ye. Zimanê xelkê, ango wêjeya devkî berevajî zimanê nivîskî pêwistiya wî gotinên neqşandî an jî xemlandî nîne, wekî wênegirekê rastiyên cîvakî, kesayetî û dîrokî bêyî rûpoş radixe ber çavan. Pareke zargotinê ya herî fireh jî meselok, metelok û gotinên pêşîyan in. Gotinên pêşiyan ji bo naskirina çandekê gelek nimûneyên berbiçav nîşanî me didin. Ji bo mesele, metelok û gotinên pêşiyan em dikarin bibêjin ku ev cureya zargotinê cewahir û durr û xemlên zimanê miletekî ne. "Her nimûnekê wana gelekî six, kurt û kin in, lakonîk, lê belê ew bi serecema xwe ve gelekî kûr in, pirnêt, çawa 'Jin û mêr, tevir û bêr'… ev efrandina na nava cmaetê da bi navekî nîn in, lê belê bi çend nava eyan in, çawa xeberê pêşîya, gotinê pêşîya, gilîê kal û bava, xeberê dê û bava, gilîê mezina, xeberê mezina, tîmsal, mesele, metelok, mislehet û êd dinê "(Cindî, 1985:9). Gotinên pêşîyan, gotinên gelekî bi nirx in ku bi encama sedan salan û ceribandineke dûr û dirêj ji pêşîyan ji bo me wekî mîratek hatine pêşkeş kirinê. Ev cure gotin dewsa gotinên gelekî zêde û dirêj, bûne gotinên "hûr û kûr" û him ji bo mena rasteqîn û him jî bo mena mecazî hatine bi kar anîn. Ev gotin hema bêje li ser her tiştî hatine peydakirinê û bîr û hestên hevpar yên hemû endamên miletekî dinimîne. "Ev cure berhemên gel ji alîyê derbirîna nêrîn û hestên civakekê gelekî bi nirx in û lema ji bo têgihîştina awaya derûnî, xeyset û bîra wê cîvakê û pê re têgihîştina çend encamên gelemperî bo wê cîvakê gelekî payebilind in"(Akbalık, 2013:81). Mesele, metelok û gotinên peşîyan wekî tûrekî, dîzekî bi sedan salan bi ceribandinên dûr û dirêj hatîne dagirtinê ne. Ev tûr an jî dîz car caran gotinên gelek şîrîn wekî hingivê, car caran jî gotinên pir tehl wekî jehrê dihewînin (di vê xebatê de ji bo jina gelek gotinên pêşiyan yên bibin sedema dilsariyê hene). Lema di nav van gotinên ceribandî de zanyariyêk û pêşbinîyên giring tên xûyakirinê. Ji ber ku piştî gelek encamên wek hev hatine gotinê êdî PAGE 6
    Destpêk Li gor baweriyên herî kevnar av, jêderka hebûnê û hîmê jiyanê ango hîmê dinyayê ye. Ev yeka di metelokeke Hîndûyan ya xetên pîroz de jî tê gotin: "Av tu jêderka her tiştê hebûyî yî, tu hîmê dinyayê yî." (Eliade,2017;216). Herwisa... more
    Destpêk Li gor baweriyên herî kevnar av, jêderka hebûnê û hîmê jiyanê ango hîmê dinyayê ye. Ev yeka di metelokeke Hîndûyan ya xetên pîroz de jî tê gotin: "Av tu jêderka her tiştê hebûyî yî, tu hîmê dinyayê yî." (Eliade,2017;216). Herwisa cînarên Hîndûyan, Zerdeştîyan jî av hêmaneke pîroz hesibandine û di rojên pîroz û cejnan de ji bona avê gelek gorî pêşkêş kirine. Av bûye jêderka jiyanê loma bi xwe re avahî jî anîye û çawa kurt û kurmancî jî hatîye gotin ku, av û avahî dinyayê şên dikin. Av û jiyan girêdayî hevûdin e. Li gor zanista biyolojiyê, jiyan di nav avê de dest pê kiriye, ango eslê hemû riwek û ajalên bejayî, zîndewerên avî ne. Îro jî jiyana hemû zîndeweran di nav avê de dest pê dike. Ji boy zedebûna bakterîyan dilopek av bes e, korpele (embriya,dergûş) di malzaroka diya xwe de, di nav lîtreyek avê de dijî. Tovên rîwekan di nav erdê avî de şîn dibin. Em dikarin bibejin ku bi xêra avê hemû zîndewer forma xwe ya zindîbûnê destxistine û emrê xwe diborînin. Ji destpêkê heta îro mirovan giringî dane avê û wekî razekî jî hesibandine û bihurmet hebandine. Av bûye sembola herî giring a jiyane ku di nav çar hêmanan de hêmana herî giringtirîn e jî. Hêmanên din jî ew in: Hewa, agir û ax. Ji çaran sê parê ruyê erdê av e(%71) û ji sêyan du (%60) parê laşê mirovê gehiştî jî dîsa bi avê pêk hatiye. Av ne tenê pêkhateyek kîmyayî ye, ji ezmên wekî baran, berf û zîpik dadikeve erdê. Gava av digihîje erdê, tovên riwekan şîn dibin û ji bo mirov û ajalan dibin xurek. Bi vî awayî av can dide mirovan û xweza yê. Av, bi gulmekê can dide û dîsa bi gurrbûn û boşbûna xwe can distîne û jîyanê diqelîne. Helbet her dem pêwistiyên mirovan pê hebûye; av ne tenê pêwistiya nefsanî, helbet dinyaya mirovan ya rûhanî jî xemilandiye û di nav bawerî, mîtolojî û zargotinê de jî cih girtiye. Di nav çîrokên mîtolojîk de behsa avên pîroz tên kirin ku seranserê dinyayê radipêçin. Bi şiklê çem, kanî, rûbar, gol û behr di dinyaya sembolîk ya mirovan xemilandîye. Em dikarin bibêjin ku roja ku mirov li rû dinyayê peyda bûye heta niha li seranserê dinyayê miletek tune ku li ser afirandinê mîtolojî an jî baweriyeke wan tunebe. Afirandina dinyayê û mirovan diyardeyeke gerdûnî ye û herçiqasî hinek cûdahî di nav bawerî û mîtolojîyên gelan de hebe jî, hemû xelkên rû dinyayê hebûna avê ji destpêka jiyanê pejirandin e. Di mijara mîtên afirandinê de av hêmana sereke ye. Di pirtûk û xetên pîroz de jî tê destnîşan kirin ku mirov ji hesilandina avê û axê hatiye afirandinê. Av ku di nav çar hêmanên sereke yên hebûnê de cih digire. Em dikarin bibêjin ku hema bêje di nav hemû çand û baweriyan de semboleke giring e. Nemaze pêywendiya avê bi vejîn, pakbûn, kirasguherîn, zanîn, nûbûn, jîyîn, zayekî, makî-mêtî, çakbûn(xweş bûn), şîfa, jêbirina nefsê û serwextbûnê re heye. Av ron e, hêmaneke zelal e û tiştekî di nav xwe de venaşêre, wekî neynikekê rastiyê derdixe holê. Loma av bi zanebûnê re jî têkildar e. Av bi sêhr çêkirinê û sêhr betalkirinê de jî wekî amûrekê tê bikaranîn. Li nav Kurdan de jî şên an jî kes hebûn ku dikarîn sêhr çêkîn û betal kin. Mela Mehmûdê Bayezîdî jî destnîşan dike ku ew jin an mêrên "Cindar" an jî "Tasnêr" cinên kesa/ê xwedêgiravî cinaketî di tasa av dagirti de kom dike û wan cinan dike hundirê qamişekî û dîsa davêje nav avê û bi vê yekê nexweş pak dibe. Ango sêra cinan bi avê betal dibe. Jinên tasnêr jî li nav tasa avê de nêt û meremên kesê li bal rûnîştî dibîne(Bayezîdî, 2012;133). Gava li çolê (beyabanê) kesêk riya xwe şaşbike û êvar serda bê, tê bawerkirin ku sêr1 an jî cin dibin bela serê wî, rêyek tenê heye bo xilasîye, ew jî derbasbûna çemekî ye kû ew sêr an jî cin nikarin ji çêm derbas binin ku gelek efsaneyan ev motîf hatîye bikaranîn. Ango av, sêhra cinan û nepenîyan eşkere dike û ji holê radike/betal dike. Av paqijiyê temsîl dike û qirêjiyên berbiçav û yên nefsanî paqij dike. Ava rehmetê benda gunekaran e û êw ê wan paqij û pak bike. Tiştên ji avê hatine jî paqij û bihuştî ne, wek jiyan bi xwe jî muhtacî avê ye. Feylesofê yewnana qedîm Thales (B.Î. 500-600) bingeha hebûnê (arkhai) bi avê dide destpêkirin. Ev prensîba gerdûnî ye û hemû tiştên din bi kirasguhêrina avê derdikevin holê. Av derûdora dinyayê radipêçe û dinya li ser vê avê ye û hemû pewistiyên xwe jî vê avê digire, ger ev nebe, jiyan jî nabe (Weber, 1993:18). Av çawa destpêka 1 1 Sêr, mexlûqeteke ku dikare têkeve dilqê gelek tîşt û zîndeweran û mirova dixapîne û rîya wan dide şaşkirinê an jî, wan dîn dîke û axirî ew kesên ku sêr tûşî wan bûye, zêde najo dimirin.
    Sîawûş, Zembîlfiroş û Yûsif sê zilamên ne rêzê ne ku neheqîya sê jinên bimêr, dilberdana wan ya nerewa û xweparastina wan ya ber destdirêjiya wan jinan heta roja îro bûne mijara gelek cureyên wêjeyê û hunerê. Çîrokên wan sê zilaman û her... more
    Sîawûş, Zembîlfiroş û Yûsif sê zilamên ne rêzê ne ku neheqîya sê jinên bimêr, dilberdana wan ya nerewa û xweparastina wan ya ber destdirêjiya wan jinan heta roja îro bûne mijara gelek cureyên wêjeyê û hunerê. Çîrokên wan sê zilaman û her sê jinan nemaze di nav wêjeya Rojhilat de  gelek berbelav e û bi navên Sîawûş û Sûdabe,  Zembîlfiroş û Gulxatûn û Yûsif û Zuleyxayê navdar in. Tiştê ku bala meriv dikişîne û çîroka wan ji rêzê derdixe ew e ku yên sewdaser dibin û pey dilketiyên xwe har û dîn dibin ne mêr in, jin in û jinên bimêr in. Ev mijar çawa bûye  behsa wêjeya Rojhilatî helbet di nav wêje û zargotina kurdan de jî cihê xwe girtiye û gelek şêweyan hatiye honandin. Em ê di vê xebatê de hewl bidin behsa van her sê kesan bikin û hevbeşîya wan raxin ber çavan. Ji bo ronîkirina mijarê helbet em ê pala xwe bidin nimûneyn zargotina kurdî.