Dîrok an jî tarîx lêkolîna zanistî ya zemanê berê ye ku bûyerên berê li gorî konteksta kronolojiyê û çavkaniyan bi sedem û netîceyên xwe bi awayekî rexneyî tên nirxandin. Pisporên dîrokê dîroknas (dîrokzan, dîrokvan) in. Dîroknas di lêkolîna zemanê berê de çavkaniyên tarîxî yên wekî belgeyên nivîskî, tecribeyên devkî, nîşanên xwezayî û objeyên maddî wekî berhemên hunerî bi kar tînin.
Dîroknas bi riya vegotinan hewl didin ku zemanê berê fêm bikin û pêşkêş bikin. Bi gelemperî li ser kîjan vegotin bûyerekê herî baş rave dike û li ser muhîmiya sedem û netîceyên wan yên cuda nîqaş dikin.
Herodot, dîroknasekî yewnan ê sedsala 5an, di nav tradisyona rojavayê de wek "bavê tarîxê" tê nasîn, tevî ku carinan jê re "bavê derewan" jî hatibe gotin. Li gel Tûkûdîdesî, wî bingehên lêkolîna tarîxa mirovahiyê ya modern damezrand. (Gotarê bixwînê...)
Cahş an jî Cehş ji bo kesên kû bi dewletê re kar dikin û li dijî serhildêran şer dikin, tê gotin. Herwekî ji kerên çêlik re jî Cahş anjî kurrîk tê gotin. Di dîroka Kurdistanê de gelek caran dewletên serdest ji nava civaka kurd kesên ku li dijî tevgerên azadîxwaz şer kirine ji xwe re bi kar anîne û ew bi serhildêren kurd dana şerkirin. Di van şeran de bi hezaran kurd bi destê hevûdû dane kuştin. Armaca wan dewletên ku Cahş û Cerdewanan bi kar tînin ewe ku civakê bikin çend beş û berxwedana şervanan bişkînin. Îro bi taybetî li bakurê Kurdistanêsistema Cahşîtiyê tê bi kar anîn û li derdora 60.000 kes weke Cahşê ( bi tirkî: Köykorucu) dewlêtê kar dikin. Serokeşîr û axayên kurd yên ku tenê li berjewendiyên xwe yên şeqsî dinêrin, ji vê sistemê re dibin alîkar. (Gotarê bixwîne...)
Image 2
Gojoseon (bi korêyî 고조선, 古朝鮮) dewletekî kevnar ya Korêyê bû.
Li gorî Samguk Yusayê (1281) û pirtûkên din yên Korêyê ku ji Serdema Navîn mane, Gojoseon li sala 2333 B. Z. ji hêla Dangunê ve hatiye damezirandin û ji bihûştê hatiye hatin. Herçiqas delîlekî ku rastiyê piştrast dike tineyêsa jî , rolekî girîng di peresandina nasnameya netewî ya korêyî da lîstiye. (Gotarê bixwîne...)
Image 3
Şulgî, ( bi sumerî 𒀭𒂄𒄀 Sul-ge(-r) bi wateya cîwanê sumer ) keyekî sumerî ye. Bi navê "dungî" jî tê nasîn. Berî zayinê di navbera 2029 –1982 de desthilatdarî kir. 8 salî li desthilatdariyê ma. Şulgî, kurê Ur-nammu bû. Ur-nammu, keyê Xanadana Urê ya sêuemin bû. Bavê Şulgî, çûbû bi ser Gûtîyan de. Di serê bi Gûtîyan de miribû. Piştre, kurê wî, Şulgî, xwestibû ku tola wî hilde. Bi vê yekê, wî gelek şerên ku bi Gûtîyan re kiribûn bûn. Lê Gûtî, serdestîya wan hebû. Li parastgahê navê xwe da nîvîsandin û xwe weke xwûdê danedenzand. Perestgeha wî, heta deme babiliyan bi bandor hebûna xwe doma.
Şulgî bi navî xwe parastgah çêkirin û rêyên wan xweşkirin. Bajerên ku ew çû wan, li wan deran perestgeh bi navê xwe li wanderan vekir. (Gotarê bixwîne...)
Image 4
Skunxa navê serkirdeyekî îskîtî bû ku di dema Daryûsê Mezin de li Îskîtya serwerî dikir. Di nivîskên Bêstûnê de tê gotin ku Daryûs bi artêşe xwe derbasî welatê îskîtan dibe û wan dike bin hikûmdariya xwe de. Herwiha tê gotin ku gelê îskît îhanetê li Skunxa dike û wî dîl digirin. Ew piştre tê kuştin. (Gotarê bixwîne...)
Image 5
Elaedîn Keyqubadê Selcûqî yan Elaedîn Keyqubadê pisê Keykawîsî yan jî Keyqubadê I (bi farisî: علاء الدين كيقباد بن كيكاوس; bi tirkî: I. Alâeddin Keykûbad) (jdb. 1188 - m. 1237) siltanê 11em ji siltanên selcûqî yên Romê anko Anatolyayê bû. Wî ji 1220î heta 1237an desthilatdarî kir. Wî li ser hisaba hevsiyên xwe, nemaze li ser mengûjekiyan û eyûbiyan, axa jêr desthilata xwe berfireh kir. Wî bi girtina benderêKalon Orosê desthilata wî selcûqiyan gehişt Deryaya Spî ya Navîn. Paştir ji ber wî navê wî benderî bû "Elaîye". Wî êrîş kir ser benderê Sûdakê li ser Deryaya Reş û ji bo heyameka kurt nîvgizirtaQirimê jî êxist bin destê xwe.
Ev siltan ku gelek caran wekî "Keyqubadê Mezin" tê binavkirin, ji ber avahiyên zêde ku li paş xwe hiştine tê bibîranîn. Desthilatdariya wî wekî kopîtka herî dawîn ya desthilata selcûqiyan li Anatolyayê tê niyasîn. Piştî êrîşa Mexolan li nîva sedsala 13an, xelkê herêmê wekî dema zêrrîn li dema desthilatdariya wî dinihêrrî û gelek ji xûnkarên piştî wî bizav dikir ku ji bo rewakirina desthilata xwe neseba xwe bigehînin wî. (Gotarê bixwîne...)
Kurê Şêx Mihemedê Barzanî bû û yek ji pênc kurên bavê xwe bû. Van her pênc birayan jî bo kurdan û azadkirina Kurdistanê têkoşîn dane. Di pêngava sala 1914an de, birayê wî yê mezin Ebdulselamê Barzanî ji aliyê rejîma Îraqê ve tê dardekirin. Barê şoreşê bi giranî dikeve stûyê wî. Hêjayî gotinê ye ku Şêx Ehmedê Barzanî alîkarî dida Şêx Mehmûdê Berzencî (Gotarê bixwîne...)
Image 7
Dibistana şevînî li Kurdistanê, mekteba şevînî li Kurdistanê an jî xwendingeha bi şevborîn li KurdistanêdibistanênKurdistanê ên şevînî ne ku tê de telebe dayîm tê mayînê. Li Kurdistanê, îro gelek ji wan hene. Lê ji ku asîmilasyona li ser serê kurdan bibina serî kar dibînin. Îro li Kurdistanê zarokên kurd ji zaroktiya xwe ji malê têne hilandin û dibin û di wan dibistanan de bicih têne kirin. Di wan dibistanan de ji rastiya xwe û dîrokê xwe û civaka dûr têne mezinkirin.
Li Kurdistanê ev dibistanên ku hene û ji wan re bi tirkî dibêjin "Yatılı okul". Di wan deran de mirovên ku diminin, ku her sibeh radibin ji xewê, bi xwêndaya ku bi tirkî jê re dibêjin "and" her sibe bi wan tê gotin ku bêjin "em tirk in". Bi vê yekê, ku mezin dibin, êdî têne tiştên di wan dibistanan de xwendina di seê wan de hene. Ji wan pê ve ti tiştekî dî nayê hiştin. Pirtûkên ku di wan deran de têne xwendin ji yên ku hertimî tirkitiyê bi aşq tênine ser ziman in. Ji wan pirtûkên wilo pê ve ti pirtûkên din nayêne xwandin û dewlet nahêle ku bikevine hundur de jî. Li wir, rastiyên wan yên ku hene, ji wan têne standin û binerdkirin. (Gotarê bixwîne...)
Image 8
Komkujiya Zergelê, bi navê Komkujiya li gundê Zergelê jî tê binavkirin, komkujiyek e ku hatî serê kurdan. Komkujiya Zergelê, balafirên şer ên artik di 1ê tebaxa2015an de ku di saet 4ê sibehê bi bombebarana li ser gundê Zergelê (Qendîl, Başûrê Kurdistanê) re kir. Di vê bombardimanê de ser 10 kurdên sivîl re kurd hatibûn kuştin û biqasî 15 mirovan giran birîndar bûne. Rayadarên tirk, dema ku komkujî kiribûn, gotibûn ku "me çeperên PKKê bombebaran kir". Bi vî rengî jî, xwestibû ser wê binûxûmêne. Rêxistina afûyê jî, raporek li ser komkujiyê Zergelê amade kiribû û gotibû ku "yên ku hatine kuştin, hemû jî sivil in."
Partiya Kurd HDP´ê bo lêkolîna li ser komkujiya li gundê Zergelê pêşniyara komisyona lêkolîna komkujiya gundê Zergelê Kir.". Lê ti deng ji meclisê jî derneket. Rayaderên tirk, derdiketin berçapameniyê, bo ku ser komkujiyê binûxûmênin, digotin ku ew cihê ku PKK´yî lê na. Lê çi rasthatin bû ku komkujiya Zergelê di seatên ku komiteya hikimeta tirk di pêşengiya Ferîdûn Sinîrlîoglu de ku bi rayaderên PDK´ê re hevdîtin dikir de ev komkuji tê kirin. Telewisyona alman ARD´ê di nûçeya xwe ya 9´ê tabaxa 2015´ê de dihanî ser ziman ku "Yên li Zergelê hatin kuştin eleqeya xwe bi PKKê re tinebûn" ." . (Gotarê bixwîne...)
Nûredîn Betrûcî weke damezrênerê stêrnasiya nûjen tê zanîn. Navê wî yê dirêj Cafer Nûredîn Ebû Îshaq el-Batrûcî el-Îşbîlî ye. Nûredîn li Endulusê hatiye dinyayê lê dîroka ji dayikbûna wî nayê zanîn. Ew talebeyê Ibn Tufeyl bû. Di sala 1217an de wefat kiriye. (Gotarê bixwîne...)
Image 12
Nuska, weke katîba Enlîl tê tefsîrkirin. Piştre, weke jina wî ya pêşarojê jî tê ser ziman. Ew jî, li ekurê qeyde wê hatiye kirin. (Gotarê bixwîne...)
Image 13
Zeugma, (bi yewnaniya kevn: Ζεύγμα, lat.Zeugma "Pir") an Seleukia epî tû Zeugmatos (bi yewnaniya kevn: Σελεύκεια ἐπὶ τοῦ Ζεύγματος, lat.Seleukia epî tû Zeugmatos) bajarekî kevnar ê helenîstîk e ku piştre ketiye destê Împeratoriya Romayê. Li hemberî Zeugmayê dîsa li ber Çemê Firatê bajarê din ê Apamea derketiye holê ku ev jî yek ji bajarên kevnarên li herêmê ye. Zeugma li nêzika gundê Belkis li ber Çiyayê Belkisê hatiye avakirin (ku nêzika navçeya Bêrecûkê ye) û îro dikeve nav sinorên navçeya Belqîz a bi ser Parêzgeha Dîlokê. Ji ber ku Zeugma û Seleukia di dema rêya îpekê navendeke girîng a herêmê bûye, her du herêm ji ber aboriya xûrt dibe bajarekî vîlayên antîk ku bi gelek mozaîkên bêhempa hatine xemilandin. Zeugma di cotmehê sala 2000an de bi qedandina avakirina Bendava Bêrecûkê ji nû ve hatiye kisfkirin lê pirraniya bajarê antîk dikeve bin avê. (Gotarê bixwîne...)
Image 14
Serhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî li sala 1880ê de bi rêberiya Şêx Ubeydullahê Nehrî hatiye dest pê kirin. Gundê Nehrî dikeve başûrê Şemzînanê ku 16 km yan jê dûr e. Ev gund piştî salên 1850ê bû navenda terîqeta neqşîbendî. Malbata Şêx Ubeydela ji layê dînî ve rêberiya gelê herêmê dikir. Li sala 1820ê Mewlana Xalidê Kurdî şêxê Nehriyê wek xelifeyê ye tayîn kir. Piştî vê rûdanê gundê Nehrî bû yek ji navendên girîngtirîn ya terîqeta Neqşîbendî li Kurdistanê. Gelek ekolên Kurdistanê wek Şêxên Menzîlê, Şêxên Norşînê îcazetên xwe ji şêxên Nehrî wergirtî ne. (Gotarê bixwîne...)
Image 15
Kiyaksar, Key Xusrew, Kiaksarês (bi yewnaniya kevn: Κυαξάρης, lat.Kuaksárês; bi latînî: Cyaxares; bi îraniya kevn: 𐎢𐎺𐎧𐏁𐎫𐎼, Uvaxştra, bi avestayî: Huxşaθra "Hikûmdarê baş",[çavkanî hewce ye] bi akkadî: Umakiştar, bi frîgiya kevn: Ksuwaksaros, navbera li dor 625–585 berî zayînê), Li gorî Herodot keyê sêyem yê împertoriya Med. Ew ji bavê xwe Frawartiş û ji bapîrê xwe Deyoses (Diyako) jî hêjatir bû. Ji hêla leşkerî ve Ew gelek yê bi navûdeng bû. Keyxusrew bi komkirna piranîya êl û hozên Îrana kevn karî dast bi dagîrkirina deverên cîranên împeratoriya Medî bike.
Pîştî kuştîna Frawartiş. Kurê wî yê bi navê Key Xusrew desthilatîyê digir e. Key Xusrew bi Rengekî serkî ji bo bi Rêvebirine karûbarên welat serokekî bêhempa bû. wî şervanên herî beş ji leşkerên xwe dirustkir. Û di nav de jî tîrhavêjên kêrhatî û ji hajî hebûn û şervanên wî yên Rimhavêj jî hebûn. (Gotarê bixwîne...)