Portal:Dîrok
Portalên Wîkîpediya: Dîn • Dîrok • Erdnîgarî • Huner • Jînenîgarî • Matematîk • Teknolojî • Zanist
Portala Dîrokê
Herodot (nêzîkî 484 b.z — nêzîkî 425 b.z.), gelek caran wek "bavê dîrokê" tê nasîn
Dîrok an jî tarîx lêkolîna zanistî ya zemanê berê ye ku bûyerên berê li gorî konteksta kronolojiyê û çavkaniyan bi sedem û netîceyên xwe bi awayekî rexneyî tên nirxandin. Pisporên dîrokê dîroknas (dîrokzan, dîrokvan) in. Dîroknas di lêkolîna zemanê berê de çavkaniyên tarîxî yên wekî belgeyên nivîskî, tecribeyên devkî, nîşanên xwezayî û objeyên maddî wekî berhemên hunerî bi kar tînin.
Dîroknas bi riya vegotinan hewl didin ku zemanê berê fêm bikin û pêşkêş bikin. Bi gelemperî li ser kîjan vegotin bûyerekê herî baş rave dike û li ser muhîmiya sedem û netîceyên wan yên cuda nîqaş dikin.
Herodot, dîroknasekî yewnan ê sedsala 5an, di nav tradisyona rojavayê de wek "bavê tarîxê" tê nasîn, tevî ku carinan jê re "bavê derewan" jî hatibe gotin. Li gel Tûkûdîdesî, wî bingehên lêkolîna tarîxa mirovahiyê ya modern damezrand. (Gotarê bixwînê...)
Gotarên dîrokê
Wêneyên bijartî
Di dîrokê de îro
Bûyer
- 1858 – Bajarê Denver a li Coloradoyê hate damezrandin.
- 1943 – Libnanê ji Fransayê serxwebûna xwe bi dest xist.
- 1943 – Şerê cîhanê yê duyem: Serokdewletê DYAyê Franklin D. Roosevelt, serokwezîrê Brîtanyayê Winston Churchill, û serokê çînî Chiang Kai-Shek li Qahîre, Misirê civiyan û di derbarê têkbirina Japonyayê de nîqaş kirin.
- 1963 – Serokê DYAyê John F. Kennedy, li Dallasê di suîkastekê de hate kuştin.
- 1975 – Sîstema monarşiyê careke din li Spanyayê pêk hat. Juan Carlos bû şahê Spanyayê.
- 1989 – Di encama êrîşeke bombeyî ya li rojavayê Bêrûtê de serokê dewleta Libnanê, René Moawad, hate kuştin.
- 2005 – Angela Merkel, bû pîreka yekemîn a serokatiya hikûmeta Almanyayê. Ango kanzelora Almanyayê.
Jidayîkbûn
- 1852 – Paul Henri Balluet, siyasetmedarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1869 – André Gide, nivîskarê fransî
- 1890 – Charles de Gaulle, serokkomarê berê yê Fransa
- 1908 – Nathan Ackerman, psîkoanalîst û mamosteyê zanîngehê
Mirin
- 1916 – Jack London, nivîskarê DYA'yî
- 2011 – Danielle Mitterrand, hevjîna serokkomarê Fransayê